Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Senatorên Amerîkî Hember Erkdarkirina Whitaker Serî li Dadgehê Didin


Matthew Whitaker
Matthew Whitaker

Sê senatorên Demokratîk yên Amerîkî serî li dadgehê dan ku destnîşankirina Matthew Whitaker ya wek Wezîrê Dadê yê demkî ji alîyê serok Donald Trump ve blok bikin.

Senator Richard Blumenthal ji Connecticut, Sheldon Whitehouse ji Rhode Island û Mazie Hirono ji Hawaii îro Duşemê li Washington serê li dadgeheke federalî dam.

Ew her sê senator îdia dikin ku Whitaker bi armanca têkbirina lêpirsîna derbarê hevkarîya kempeyna Trump ya bi Rûsan re hatiye destnîşan kirin.

Ev, serlêdana çarê ye ku li dadghê tê kirin ku pêşî li nîşankirina Whitaker ya posta wezareta dadê tê kirin, piştî ku Jeff Sessions meha borî ji kar hatibû dûrxistin.

Trump gelek caran nerazîbûna xwe li hember Sessions dîyar kiribû ku lêpirsîna ji alîyê şêwirmendê taybet Robert Mueller ve bi başî bi rêve nabe.

XS
SM
MD
LG