Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 3 Rojan de ji 10 Hezar Pirtir Şengalîyên Derbider Çûne Duhokê


Li Duhokê dîmeneke awareyên Şengalê
Li Duhokê dîmeneke awareyên Şengalê

Bi sedema egera şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên Îraqî de, di nava 3 rojan de zedetirî 10 hezar kesan ji Şengal û Sinonê awareyê parêzgeha Duhokê bûne.

Piştî şer û pevçûnên di navbera YBŞ'ê û hêzên Îraqî li Şengal û Sinonê,
pirtir ji 700 malbatên Êzîdî ku hejmara wan digehije 10 hezar û 261 kesan awareyî parêzgeha Duhokê bûne .

Ev kesên aware li kampên Şarya, Xankê ,Riwange komelgeh û herwiha li gundan hatine bicîh kirin.

Çend awareyan ji Dengê Amerîka re dîyar kirin ku jîyan li Şengalê nemaye jiber hevrikî û şer û alozîyên di navbera grupên çekdar de.

"Di vî şerî de tenê me karî zarokên xwe rizgar bikin û careke din em bûn aware li Duhokê, " wan got.

Gelek mirov ji wan hereman rojane aware dibin jiber ku ji siberojê tirsîn ku şereke mezin li wê heremê rû bide û ew careke din bibin qûrbanî.

Rêvebirê koç û koçberan û bersîvdana krîzan ya parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan bi Dengê Amerîka re, ser hatîna awareyan û rewşa Şengalê agahîyên herî dawî parve kir.

Pîr Deyan dîyar kir ku hejmara awareyan niha giheştiye 1711 malbatan ku zedetirî 10 hezar û 261 kesan.

Wî herwiha ser rewşa li Şengalê jî axîfî û ragihand ku karbidestên Şengalê ji wan re gotine ku di navbera Şengalîyan û artêşa Îraqê de peymaneke çêbûye da ku şer çê nebe.

Pîr Deyan bi berdewamî anî ziman ku ji wan re wiha hatiye gotin: hikûmeta Îraqê heta roja Şemîyê dem daye û heke PKK ji heremê dernekeve wê malbat an û herwiha PKK'ê ji Şingalê derbixin.

Ji aliyê din ve, parêzgarê Duhokê Elî Teter, rêberên civata ruhanî û Baba Şêx ji bo derbarê hatina awareyande zanyarîyên zêdetir wer bigirin û pêdiviyên jiyanê ji wan re peyda bikin, serdana Sihêla kirin.

Hêjayê gotinê ye ku li parêzgeha Duhokê 16 kampên awareyan hene. Niha nêzî 65 hezar kes li wan kampan dijîn; yên di 2014'an vir ve jiber DAIŞ'ê hatine û hîn jî ti hevîyên wan tune ye ku ewê wegerin Şengalê.

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

SB_05_05_2022_Şengalî_Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00
XS
SM
MD
LG