Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Erêkirina Tirkiyê û Rûsya û Îranê li dor Komîta Destûrî ya Sûriyê


Serokê Tirkiyê û Rûsya û Îranê di kombûna sêqolî ya Enqerê de doh Duşemê erê kir li dor avakirina komîta destûrî ya Sûriyê ku ev bû demeke dirêje kar li ser avakirina wê dibe.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got nakokiyên li dor komîtê hatine çareserkirin û wê ew di demeke nêzîk de dest bi karê xwe bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin got wê “gurûpên tundrew hewil bidin vê proseyê hilweşînin da ku rêkeftineke dawî pêk neyê, ji ber ku ew pereyan ji vî şerî qezenc dikin.”

Serokê Îranê Hesen Rûhanî got ew hêvî dikin ku hilbijartinên Sûriyê di sala 2020an yan 2021an de bibin.

Erêkirina li dor vê Komîtê çiqas girîng e?

Avakirina wê dikare çi pêşketinan li ser erdê pêk bîne?

Ev komît wê çawa û ji ku dest bi karê xwe bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşadarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Newaf Xelîl rêvebiorê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ku li Almanya dimîne û Farûq Haj Mistefa rojnamevan û endamê komîta destûrî ya Sûriyê ku li herêma Kurdistan Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:34 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG