Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pevçûnên Dawî yên Tirkiyê û Sûriyê li Idlibê


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz da ku tola kuştina serbazên Tirkiyê ji hêzên hikûmeta Sûriyê hilîne û got wê rêjîma Sûriyê buhayekî giran bide.

Doh di êrîşeke hêzên hikûmeta Sûriyê de 5 sebazên Tirkiyê hatibûn kuştin û 5 ên din jî birîndar bûn. Hefteya borî jî 8 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.

Rûsya li dirêjiya du rojan li Enqera paytexta Tirkiyê axaftin li gel aliyê Tirkî dike ji bo rawestana van pevçûnan.

Îranê jî berî du roja gotibû ew amade ye herdu aliyên Tirkiyê û Sûriyê nêzîkî hev bike.

Berê van pevçûnan li ku ye û wê bersiva Tirkiyê ta çi astê tund be?

Rûsya û Îranê dikarin çi bikin ji bo rawestana şer û pevçûnan li wir?

Lihevkirineke çawa, dikare rewşa Idlibê aram bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan vê mijarê ronî dike:

Parêzer Sabahattîn Korkmaz ku li Tirkiyê dimîne û nivîskar Welîd Haj Ebdulqadir ku li Dubey dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:48 0:00


XS
SM
MD
LG