Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Sivîlên Ku Daişê Ew li Sûriyê Revandibûn


Mûsa Elî û Mihemed Emîn Mislim
Mûsa Elî û Mihemed Emîn Mislim

Jimarek çalakvan û xwediyên kesên ku rêxistina terorîst Daişê ew di dema şerê Sûriyê de revandibûn, dest bi helmetekê kirine, tê de daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî û koalisyona navnetewî ya dijî Daişî dikin ku vekolînan di derbarê çarenûsa wan de bikin.

Ev bang û daxwaz tê di demekê de ku şerê dijî Daişê li Sûriyê gihiştiye rojên xwe yên dawiyê.

Li dirêjiya şerê Sûriyê, Daiş li gelek herêmên Sûriyê bi hezaran xelkê sivîl revandin, di nav de jî bi sedan Kurd, ku pişrte hinek ji wan hatin berdan û hinek jî hîn nediyare çi bi serê wan hatiye.

Helmeteke wiha li ser medya civakî dikare çi armancan pêk bîne?

Neteweyên Yekgirtî û koalisyona navnetewî ya dijî Daişê dikarin çi bikin?

Di demekê de ku Daiş êdî li rojhilatê Sûriyê di gundekî biçûk de dorpêç bûye, gelo çarenûsa wan kesên revandî çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Parêzer Mihemed Emîn Mislim ku li Almanya dimîne û Mûsa Elî, mamoste û revandiyekî berê ku ew jî li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 19_2_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:17:48 0:00

XS
SM
MD
LG