Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenûsa Efrînê Piştî Plana Tirkiyê Ya Vegerandina Penaberên Sûrî


Sense and Stance
Sense and Stance

Di van demên dawî de Tirkiyê kar li ser planekê dike ji bo vegerandina penaberên Sûrî bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdên Sûriyê xemên xwe li dor guhertineke demorafîk li wan herêman der dibirin.

Efrîn jî wek herêmeke Kurdî ku ji sala 2018an ve di bin destê hêzîn alîgirên Tirkiyê de ye, nimûneyeke ku li ba kurdên Sûriyê ber bi wê guhertina demografîk ve diçe.

Xelkê Efrînê niha, ji bilî yên ku reviyane derve û li navçeyên din ên Sûriyê derbider in, bûne du beşên sereke: beşek li nava efrînê maye û beşek jî li kampên herêma Şehbayê derbider e.

Nearamiya li Efrînê û nebûna pêwîstiyên bingehîn li kampên Şehbayê rewşa Efrîniyan li herdu cihan jî xerab kiriye.

Berpirsên Kurdên Sûriyê banga civaka navnetewî dikin ku çareseriyekê ji Efrînê û penaberên wê re bibîne.

Eger ev plana Tirkiyê were cîbicîkirin, wê çi bandorê bide ser herêma Efrînê?

Rewşa pêkhateyên Efrînê ku berê bi awayekî aştiyane bi hev re dijiyan niha piştî çar salên kontrolkirina Tirkiyê çawa ye?

Vegera xelkê Efrînê bo mal û milkên xwe rastî çi bend û aloziyan tê?

Civaka navnetewî dikare û divê çi bike ji bo çareserkirina rewşa Efrînê?

Rêkeftinek di nava Kurdên Sûriyê de dikare tiştekî li ser erdê biguhêre yan na?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Kemal Sîdo, rêvebirê nivîsgeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Gelên jêr Gefê li Almanyayê û parêzer Îbrahîm Şêxo, rêvebirê rêxistina mafên mirovan li Efrînê ku li herêma Şehbayê dimîne.

Sîdo dibêje,”Ev plan ne tenê metirsiyeke mezin e li ser Kurdan, lê ew metirsiyeke mezin e li ser pir rengiya herêmê. Em dizanin ku olên cuda li Efrînê hebûn. ji bilî piraniya Misilman, Êzdî û Elewî li wir hebûn û di salên dawîyê de mesîhiyan jî kenîseyên xwe lê vekirin. Ji bo parastina wan pêkjhateyan divê ev plan têk biçe ji ber ku wê herêmê bike dujeh ji wan re.”

Şêxo dibêje,”Efrîn grêdayî berjewendiyên navnetewî ye û berjewendiyên hêzên navnetewî di razîkirina Tirkiyê de ne ji bo NATO û ji bo rewşa niha ya Ukraynayê...Wek rêxistina mafên mirovan, me xwe gihand her derekê: aliyên navnetewî, saziyên wan, hikûmetên wan û me ji wan re got ku ev plan metirsiyeke mezine û em naxwazin hun bibin hevparên Tirkiyê di vê derbarê de.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 24-5-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:30 0:00

XS
SM
MD
LG