Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dorpêçkirina Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Li Helebê ji Aliyên Hêzên Sûrî ve


Sense and Stance Ali Muslim and Newroz Rasho
Sense and Stance Ali Muslim and Newroz Rasho

Ji destpêka meha Nîsanê ve Firqeya Çaran ya hêzên hikûmeta Sûriyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê dorpêç kiriye û nahêle ku ard, sûtemenî, derman û kelûpelên din derbasî wan taxan bin.

Rûniştvanên van taxan ku piraniya wan Kurd in di van rojên dawî de derketin xwepêşandanan û ev dorpêşkirin şermezar kir.

Tê zanîn ku ev herdu tax ji sala 2013an ve di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Li beramber vê dorpêçkirinê hêzên Asayişê li bajarê Qamîşlo çargoşeya ewlekariyê ya ku di bin desthilatdariya rêjîma Sûriyê de ye, dopêç kiriye.

Berpirsên rêveberiya xweser dibêjin ew dê li beramber dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bê deng nemînin.

Sala borî li taxa Tey ya bajarê Qamîşlo pevçûn di navbera hêzên berevaniya niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê û hêzên asayîşa rêveberiya xweser de derketin pêş û di encamê de bi dehan kes ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor hin raportan, serkideyên Rûsî li Qamîşloyê hin kombûn di navbera nûnerên rêveberiya xweser û berpirsên hikûmetê de kirine ji bo rakirina van dorpçkirinan û dîtina çareseriyekê.

Berê van dopêçkirina li ku ye û çareseriyeke çawa çaverê ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Elî Mislim, nivîskar û şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne û Newroz Reşo, peyamnêra Dengê Amerîka li Efrînê ku li herêma Şehbayê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 19-04-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:32 0:00

XS
SM
MD
LG