Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Parêzgeha Idlibê li Bakurê Rojavayê Sûriyê


Ciwan Yûsif û Ezîz Osman

Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsya, ji dawiya meha Nîsanê ve li parêzgeha Idlibê dest bi operasyoneke leşkerî ya berferh kiriye li dijî hêzên serhildêr ên opozisyonê, ku di encamê de bi sedan sivîl hatine kuştin û 400,000 kes bêşûnûwar bûne, li gor Neteweyên Yekgirtî.

Amerîka berî çend roja êrîşeke esmanî bire ser bingeheke gurûpa girêdayî el-Qaîde û bi dehan kes kuştin, ku di nav de komandar jî hebûn.

Rûsya êrîşa Amerîka rexne kir û ew wek metirsî li ser agirbesta heyî binav kir.

Ji dema destpêkirina operasyonên rêjîma Sûriyê ve, bû du car in agirbest tê ragihandin, lê jiyana derdora sê milyon kes hîn jî di metirsiyê de ye.

Çarenûsa Idlibê di navbera rakêşanên aliyên dijber de çiye?

Civaka navnetewî çawa dikare xelkê sivîl ji şer û tundûtijiyê biparêze?

Amerîka û Rûsya û Tirkiyê çawa dikarin gurûpên terorîst û yên ne terorîst ji hev cuda bikin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du şîrovekarên siyasî ronî dide ser vê mijarê:

Ezîz Osman ku li Brîtanya dimîne û Ciwan Yûsif ku li Swîsra dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG