Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêşbînîyên Hilbijartinên Seroktîya Îranê yên Meha Hezîranê


Hejmarek kesayetîyên Îranî navên xwe ji bo kandîdkirina serokayetîya Îranê tomar kirin û piştî çend rojan dê lîsta kandîdên serokatîya welêt were ragihandin jibo hilbijartinên ku dê di roja 18ê meha Hizêranê de bên lidarxistin.

Roja Şemîyê, ku roja dawî ya tomarkirina navan bû, du rikeberên sereke, serokê dadwerîyê yê tundrê Îbrahîm Raisî û serokê berê yên parlamanê yê nermrê Elî Larîcanî, wan jî navên xwe tomar kirin.

Ji bilî wan, serokê berê Mehmûd Ehmedî Nejad û reformxwaz Muhsin Haşimî û gelek kestîyên navdar ên welêt navên xwe tomar kirine.

Reformxwaz û grubên mafên mirovan hişdarîyê li dor dîroka Îbrahîm Raisî didin û nîşan bi wê yekê didin ku ew di salên 1980an de yek ji çar dadweran bû ku cezayê sêdarekirinê di deheqê bi hezaran zindanîyên siyasî de derxistiye.

Lîsta seretayî ya navên kandîdan çi nîşanan dide pêş û xelkê Îranê çi hêvîyê ji van navan dikin?

Civaka navnetwî çawa li hilbijartinên serokayetîya Îranê temaşe dike?

Gelo ev hilbijartin dikarin ti guhertinan di tabloya siyasî ya Îranê de bikin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Rojnamevan Elî Munezemî ku li Norwêcê dimîne û Mejîd Heqî, şîrovekarê siyasî ku li Finlenda dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 5/18/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:48 0:00


XS
SM
MD
LG