Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosyeya Navokî ya Îranê Piştî Krîza Ukraynayê


Di demekê de ku şerê Rûsya li dijî Ukraynayê derbasî meha duyem dibe, Yekîtiya Ewrupî dibêje Îran û hêzên mezin yên cîhanê nêzikî lihevkirinekê dibin ji bo nûvejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an.

Axaftinên Viennayê demekê berê vê mehê hatin ragirtin piştî ku Rûsya hin bend li pêş wan danîn.

Piştre Rûsya got wê garantiyên nivîskî wergirtine û dê karibe wek aliyekî rêkeftinê karê xwe bike.

Çavdêr dibêjin têkçûna hewlên nûvejandina rêkeftina navokî ya Îranê renge ewlekriya herêmê têk bibe û bibe sedema şerekî yan jî herî kêm buhayên gazê ku berê bilind in bilintir bike.

Wezîrê derve yê Îranê Hossein Amirabdollahian hefteya borî gotibû ku rêkeftina navokî dikare di demeke nêzîk de bibe eger Amerîka pragmatîk be, lê berpirsên Amerîkî bi huşdarî hewlên nûvejandina rêkeftinê dinirxînin.

Tehran Hewl dide garantiyan wergire ku Amerîka dê ji ti rêkeftinan venekişe.

Gelo piştî krîza Ukraynayê îmzekirina rêkeftinekê di navbera Îranê û hêzên mezin yên cîhanê de çendîn nêzîk e û dê şert û mercên wê çawa bin?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi beşdarbûna du mêvanan gotûbêj dike:

Reza Kaabî û Elî Monezemî
Reza Kaabî û Elî Monezemî

Reza Kaabî, cîgirê serokê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Elî Monezemî, rojnamevan ku li welatê Nerwîj dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 29-3-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:05 0:00

XS
SM
MD
LG