Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geşbûn û Metirsiya Daişê li Îraq û Herêma Kurdistanê


 town, south of Irbil, Sept. 10, 2014.
town, south of Irbil, Sept. 10, 2014.

Piştî êrîşên dawî yên rêxistina terorîst Daişê li Îraq û Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî banga hevrêziyeke baştir di navbera hêzên ewlekariya Îraqê û Herêmê de kir, jibo rawestana çalakiyên çekdarên gurûpê.

Berpirsên Îraqê û şîrovekar dibêjin kêmbûna hevrêziyê di navbera her du aliyan de li deverên cihê nakokiyê derfetekê didin Daişê ku xwe li wir bi hêz bike û êrîşan pêk bîne.

Berpirsên leşkerî yên Rojavayî dibêjin herî kêm 10.000 çekdarên Daişê hîn li Îraq û Sûriyê hene.

Hevrêziyeke çawa dikare bibe di demekê de ku Bexdad û Hewlêrê bi xwe li dor van deveran nakok in?

Hebûna Daişê li wan deveran çiqas bihêz e û jêderên geşbûna wê çi ne?

Hikûmeta Îraqê di vê derbarê de çi plan hene?

Amerîka ku beşekî sereke ji hebûna xwe li Îraq û Sûriyê bi têkbirina Daişê ve girê dide, dikare çi bike û pêwîst e roleke çawa bilîze?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hawar Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê li Herêma Kurdistana Îraqê ku li Duhokê dimîne û Hikmet Bamernî, şîrovekarê siyasî ku li wîlayeta Virginia dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 7-12-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:15 0:00


XS
SM
MD
LG