Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenivîsa Bermayên Daişê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Kampa al-Hol

Hefteya borî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan qonaxa yekem ya operasyoneke ewlekarîyê li nava campa al-Hol bi dawî anî.

Di operasyonê de 125 bergumanên Daişê hatin girtin. Di nav wan de 20 serkirdeyên şaneyên razayî yên Daişê hene ku li dor pêleke kuştinên ji serê salê û vir ve li nava kampê û berpirs in.

HSDê û berpirsên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê hişdarîyê li dor rewşa kampê didin û bangê li civaka navnetewî dikin ku çareserîyekê jê re bibîne.

Kamp roja îro 62,000 kes vedihewîne ku piranîya wan jin û zarok in û bi hezaran ji wan jin û zarokên çekdarên Daişê ne.

Li gor agahdarîyên Amerîka û welatên Rojava, ew malbatên Daişê hîn dest ji grubê bernedane û bi kampa al-Hol re wek bermaya dawî ya xîlafeta Daişê danûstandinê dikin.

Rewşa kampa al-Hol bi giştî çawa tê çareserkirin û çarenivîsa bermayên Daişê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê çi ye?

Civaka navnetewî divê jibo rêgirtina li geşbûneke din a çalakîyên wê grubê çi bike?

Rêvebirîya Xweser û HSD ta çi astê dikarin vê kampê kontrol bikin û çareserîyeke çawa jê re dixwazin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Ridwan Badinî, mamosteyê zanîngehê ku li Rûsya dimîne û Fethella Huseynî, endamê nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistana Îraqê ku li Silêmanîyê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:29:30 0:00


XS
SM
MD
LG