Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Sînaryoyên Qonaxa Piştî Têkbirina Daişê li Sûriyê


Members of Syrian Democratic Forces (SDF) stand together near Baghouz, Deir Al Zor province, Syria, Feb. 11, 2019.
Members of Syrian Democratic Forces (SDF) stand together near Baghouz, Deir Al Zor province, Syria, Feb. 11, 2019.

Leşkerên Amerîkî huşdariyê didin ku renge gurûpa terorîst Daiş xwe careke din bihêz bike, eger fişar û şerê dijî wê kêm bibe.

Ev axaftin dibin di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokrat HSDê operasyona qonaxa dawî ya têkbirina Daişê li rojhilatê Sûriyê birêve dibin.

Çavdêr dibêjin têkbirina leşkerî ya Daişê nayê wateya ku gurûp êdî bi temamî tune bû, lê nebûna bingeh û cihên aram ji bo wan, dê rê li pêş wan bigre û nehêle ew careke din vegere.

Têkçûna Daişê li bingehên wan ên dawî ên rojhilatê Sûriyê dê çi pêşketinan li xwe vehewîne?

Çi sînaryo têne pêşbînîkirin di qonaxa piştî têkbirina Daişê de?

Nemana leşkerî ya Daişê dê çi bandorê bide ser proseya hewlên siyasî yên aramkirina wan herêman?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Enwer Naso, endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ku li Almanya dimîne û Gêlo Îsa, Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:42 0:00

XS
SM
MD
LG