Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bendên li Pêş Rêkeftina Kurdên Sûriyê û Rêyên Çareserîyê


Tevî hewldanên şandîyên Amerîka û fişara gelêrî ji bo gihîştina rêkeftinekê, partîyên siyasî yên Kurdên Sûriyê nikarine rêkeftineke ku bi salane li ser kar dikine îmza bikin.

Di demekê de ku herêm di rewşeke tevlîhev de ye û ji gelek aliyan ve rastî gef û metirîyan tê, Kurdên Sûrîyê rêkeftina alîyên siyasî wek hêvîyekê dibînin jibo rêgirtina li wan metirsîyan.

Li ser asta ragihandinê, her du hevbendîyên siyasî yên sereke, Pariyên Yekîtîya Niştimanî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), amadebûna xwe nîşan didin jibo axaftinan, lê her yek ji wan aliyê din bi danîna bendan li pêş serkeftina rêkeftinê tawanbar dike.

Partî û rêxistin û kesayetiyên li derveyî wan hevbendîyan jî, doza heman rêkeftinê dikin, lê xwe li derveyî axaftinan dibînin û nerînên ciyawaz pêşkêş dikin.

Bendên li pêş rêkeftina Kurdên Sûriyê çi ne û ew çawa dikarin werin çareserkirin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ebdulbaqî Yûsif, serokê tevgera Xwebûn, ku li Qamîşlo dimîne û rojnamevan Şêrwan Îbrahîm ku li Almanyayê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 21-9-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:56 0:00

XS
SM
MD
LG