Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rakirina Cezayên Qeyser Ji Ser Bakur û Rojhilata Sûriyê


Çend rojan berê wezareta Xezîneya Amerîkayê cezayên Qeyser ji ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê rakirin û rê da kompanî û weberhêneran ku li wan herêman kar bikin.

Wezaretê çalakî di 12 kertên ciyawaz de erê kirin, di nav de jî kertên çandinî, avakirin û darayî.

Amerîka dibêje ev yek beşeke ji stratejiya têkbirina Daişê û seqamgîriya li wan herêman.

Cîgira wezîrê derve yê Amerîka Victoria Nuland di civîna Koalisyona Navnetewî ya dijî Daişê de li Mexribê got ku Washingtonê sala çûyî 45 mîlyon dolar li wan herêmên rizgarkirî terxan kirin û îsal dixwaze 350 mîlyon dolar bişîne wê derê.

Berpirsên Rêveberiya Xweser bi xêrhatina vê biryara Amerîkayê dikin û fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdê got ku ew vê biryarê wekû gaveke rûbirûbûna Daişê û dayîna hêviyê bo xelkê Sûriyê dinirxînin.

Çavdêr jî dibêjin ev yek dê alîkarîyeke baş be ji bo aramîya deverên Rêvebirîya Xweser.

Lê Tirkiyê li dijî vê biryarê ye û serok Recep Tayyip Erdogan ji bo vê yekê Amerîka rexne kir.

Cezayên Qeyser çi bandor dabû ser van herêman û rakirina wan çiqas girîng e?

Xelkê vê herêmê çawa vê biryarê dinirxînin û qezenca wan ji vê biryarê de çiye?

Rakirina van cezayan çawa dikare alîkar be di têkbirina temamî ya grûpa terorîst Daişê de?

Kompaniyên biyanî ta kîjan radeyê amade ne ku bi awayekî berferh derbasî wan herêman bin û weberhênanê lê bikin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Rojnamevan Stêrê Çelo ku li Kobaniyê dimîne û Sîrwan Qiçço rojnamevanê Dengê Amerîka ku li Virginia dimîne.

Çelo dibêje,” Ev biryar, tevî ku dereng hat lê di demeke gelekî girîng de hat. Gelê herêmê di van demên dawî de ji ber rewşa aborî ya zehmet pir dinale. Gênc di herêmê de neman. Ji ber ku derfetên kar li vir neman, ew berê xwe didin derve. Her wiha aramî tune ye.”

Ew dibêje,” rewşa ku şerê Daişê li dû xwe hîşt, wêraniyek çêkir û êdî pêwîstî bi nûavakirineke berferh çêbû, ne tenê li ser asta avakirina xaniyan belê di warên tenduristî, xwendin, aborî, bazirganî û gelekên din de heye. Vê wêraniyê bingehek baş ji Daişê re derxist pêş... Ev biryara Amerîkî wê rê veke ji bo ku derfetên kar vebin û aramî çêbe û her wiha ji bo têkbirina Daişê jî dê bi sûde be.”

Qiçço jî ji aliyê xwe ve bal kişand ser giringiya vê biryarê ji bo aboriya herêmê û got ku ew” gav û nîşaneke siyasî ye ji bo ku hikûmeta Amerîkî ji hevalbendê xwe û her kesî re bêje ku ew amade ye beşdarî proseya siyasî ya çareserkirina rewşa Sûriyê bibe.”

Qiçço dibêje Amerîkî dixwazin bêjin ku ev” nayê wateya ku ew rewşa rêjîma Sûriyê normal dikin. Ew tenê beşeke ji pêgiriya Amerîka bi cîbicîkirina biryara Neteweyên Yekgirtî 2254 ya ku bêyî Amerîka naçe serî.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 17-5-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:16 0:00

XS
SM
MD
LG