Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Giringîya Hebûna Hêzên Amerîka li Bakur û Rojhilata Sûriyê


Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Afghanistanê, tirsek li nav Kurdên Sûriyê çêbûye ku heman senaryo li cem wan jî dubare bibe û Amerîka hêzên xwe ji herêmên wan vekişîne.

Berî wê jî biryara serokê Amerêka Joe Biden ya bidawîanîna erka leşkerî ya hêzên Amerîka li Îraqê, berî dawîya salê, xemeke wiha li nav xelkê herêmê derxistibû pêş.

Berpirsên Kurdên Sûriyê hebûna Amerîka li wir wek balansa aramî û seqamgêriya herêm dibînin.

Şareza dibêjin ku eger Amerîka vekişe, dê herêm rastî gelek êrîşan bibe, çi ji aliyê Tirkîyê û hêzên girêldayê wê ve û çi jî ji aliyê rêjîma Esad û hêzên alîgirên wê.

Ew herwiha balê dikşînin ser metirsiya geşbûna bermayên Daişê û gefên ewlekarî yên ku şaneyên wê yên razayî li wan deveran disepînin.

Ji bilî rêgirtina li gefên Daişê û êrîşên Tirkîyê û hikûmeta Sûriyê, hêzên Amerîka herwiha rolekê di bendkirina Îranê de dilîzin û nahêlin ew piştgiriya leşkerî bi awayekîrasterast bigihîne Hizbullah li Lubnanê.

Hebûna Hêzên Amerîka li Bakur û Rojhilata Sûriyê çiqas girîng e û vekişîna wan dê çi guhertinan bi xwe re bîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr.Îhsan Efrînî, şîrovekarê siyasî ku li Kanadayê dimîne û rojnamaven Stêrê Çello ku li Kobanîyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 7-9-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG