Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjiyên Dawî di Navbera Kurdên Sûriyê de


Ev bû demeke careke din girjî di navbera aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê de bilind bûne û di van rojên dawî de hejmarek nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS hatine êrîşkirin û şewitandin.

ENKSê hêza bi navê Ciwanên Şoreşger bi êrîşên li dijî endam û nivîsgehên xwe tawanbar dike, di demkê de ku Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ENKS bi girêdana li gel Tirkiyê tawanbar dike.

Ev girjî û tawabariyên ku berê jî hebûn, bêhtir bûne piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê vê dawiyê li dijî çekradên Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Herêma Kurdistana Îraqê.

Berî çend rojan balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di twîtekê de xemê Amerîka der birîn li dor êrîşên dijî nivîsgehên ENKÊ û got cihê tundûtûjiyê di axaftina siyasî de nîne û wê bang li hemî aliyan kir ku bi awayekî aştiyane tevbigerin li pey biryarên ku sûdê didin hemî aliyan.

Berê van girjiyan li ku ye û çareseriyeke çawa dikare Kurdên Sûriyê bigihîne hev?

Bernameya Hest û Hlwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ciwan Yûsif, şîrovekarê siyasî ku li Swîsra dimîne û Abdulla Îmam, parêze ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

SD_Sense_Stance_04_26_2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:21 0:00

XS
SM
MD
LG