Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bingehên Lihevkirina Seretayî ya Kurdên Sûriyê


Daxuyaniya hevbeş a herdû aliyên rikeber ên Kurdên Sûriyê li dor bidawîhatina qonaxa yekem a lihevkirineka seretayî û erêkirina li ser hin xalên siyasî yên hevbeş, riyaksyonên ciyawaz derxistin pêş.

Di demekê de ku ji piraniya Kurdan ve wek gaveke girîng hate pîrozkirin, ew rastî nerazîbûn û redkirina hin aliyan jî hat.

Rastiya vê lihevkirina seretayî çiye û bingehên wê yên siyasî çine?

Gelo ew dikare asta niyaz û daxuyaniyan derbas bike û bibe proseyeke birêk û pêk di navbera du projeyên neyeksan ên Kurdên Sûriyê de?

Amerîka, ku çavdêriya van kombûnan dike, çiqas rijd e di vê derbarê de û rêkeftineka wiha çiqas girîng e ji bo wê?

Ev rêkeftina pêşbîn, eger biçe serî, wê demkî be an dikare bibe modika çareseriyeke giştî ji bo tevahiya Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din girêdayî vê mijar bi Siyamend Hajo re gotûbêj dike.

Siyamend Hajo
Siyamend Hajo

Hajo, Serokê Şepêla Azadî û endama komîta pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENK-Sê ye ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 23/6/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:53 0:00


XS
SM
MD
LG