Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Êrîşa Pêşbîn a Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê


Serokê Amerîka îro di Tiwîtekê de ragihand ku ew ê ji Sûriyê derkevin lê bi ti awayî dest ji Kurdan bernadin.

Donald Trump doh ragihandibû ku ew ê di êrîşa Tirkiyê de hêzên xwe bidin alîkî lê eger Tirkiyê gelekî dûr biçe wê demê ew ê abûriya Tirkiyê têk bibin.

Cîgirê serokê Tirkiyê Fuat Oktay dibêje wê Tirkiyê nekeve bin bandora ti gefan li dor plana wê ya li Sûriyê, ku diyar e bersiv e ji huşdariya serokê Amerîka Donald Trump re li dor sînordarkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Axaftinên Trump li dor vekişîna ji bakur û rojhilatê Sûriyê bûn cihê rexneyên tund ên hin berpirs û siyasetmedarên Amerîkî.

Hêzên Sûriya Demokrat ev biyara Trump wek destberdan ji hevalbendên xwe yên ku li dirêjiya salan şerê Daişê kirin anî ziman û dibêjin ew axaftinên bi rejîma Esed re didin ber çavan ji bo nehîştina êrîşa Tirkiyê.

Feysel Miqdad, cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê daxwaz ji Kurdan kir ku tevlî hikûmetê bin, piştî destberdana Amerîka ji wan.

Hêzên Kurdên Sûriyê dibêjin ewê berevaniya navçeyên xwe bikin.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Şelal Gedo, niwênerê ENKSê di Hevpeymaniya opozisyona Sûrî de ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û rojnamevan Stêrê Çello ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li beranameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 8/10/2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:44 0:00


XS
SM
MD
LG