Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hevalbendiyên Siyasî di Hibijartinên Xwecihî yên Tirkiyê de


Turkey local elections
Turkey local elections

Hilbijartinên şaredarî û encûmenên xwecihî yên Tirkiyê roja Yekşemê hatin lidarxistin û hemî aliyên siyasî bi rengekî ji rengan ji encamên hilbijartinan razî bûn.

Di demekê de ku partiya Desthilatdar AKP serkeftin li hin cihan ragihand, partiyên opozisyonê li bajarên mezin ên welêt destkeftên berbiçav qezenc kirin.

Partiya CHPê li Enqera paytex û Stenbol û Izmîrê û HDPê jî li Diyarbekir û Wanê û Mêrdînê biserket.

Hevalbendiyên siyasî yên ragihandî û yên ne ragihandî, roleke diyar di encamên van hilbijartinan de lîst.

Gelo encama van hilbijartinan dikarin çi guhertinên li ser erdê bikin, di demekê de ku Tirkiyê rastî kirîzeke abûrî dibe?

Bandora hilbijartinan li ser rewşa Kurdan wê çawa bê wergerandin?

Ev encam çawa dikarin sînorê Tirkiyê derabs bikin û bandore bidin ser Kurdên Sûriyê ku desthilatdarên Tirkiyê rêveberiya wan wek gefeke ewlekarî dibîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Qasim Ergûn, endamê serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê û şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim ku herdû jî li Tirkiyê dimînin.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 2_4_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:46 0:00

XS
SM
MD
LG