Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navbênkarîya Tirkîyê di Krîza Ukraynayê de


Ji dema destpêkirina Şerê Rûsya li dijî Ukraynayê, Tirkiyê, wek hevalbendeka herdu aliyan hewl dide navbênkariyê di vê krîzê de bike û ta niha wê mêvandariya du gerên axaftinan kiriye.

Ew piştgiriya Ukraynayê dike lê di heman demê de ne li gel cezayên dijî Rûsyayê ye.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje Tirkiyê amade ye bibe gerantora Ukraynayê.

Ew hewl dide kombûnekê di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de li da bixe.

Krîza Ukraynayê çi bandora rasterast daye ser Tirkiyê?

Wek hevalbendeke herdu aliyên dijber,Tirkiyê dikare çi bike ji bo rawestana şer li Ukraynayê û vekişna hêzên Rûsî ji wir?

Helwesta Tirkiyê ya ne li vî alî û ne li wî alî çiqas alîkariya wê dike ku bibe navbênkareke bihêz?

Serkeftina Tirkiyê di hewlên navbênkariyê de, dê çendîn erênî were wergerandin li ser Tirkiyê û pêwendiyên wê bi Amerîka û Ewrupayê re?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi beşdarbûna du mêvanan gotûbêj dike:

Sînan Çiftyuruk, serokê Partiya Komonîst ya Kurdistanê ku li bajarê Diyarbekir(Amed) dimîne û Qasim Argun, Cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ku li bajarê Stenbolê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 5-4-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:50 0:00

XS
SM
MD
LG