Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Kirîza Ukraynayê Li Çareseriya Siyasî Ya Sûriyê


Kirîza Ukraynayê û nakokiyên girêdayî wê di navbera Rûsya û welatên Rojava de, bandoreke mezin ne tenê li ser welatên derdora Ukraynayê kiriye, belê li seranserî cîhanê jî zengilê huşdarî û metirsiyan lê dide.

Di van çend roj û hefteyên borî de, hewlên berfereh yên dîplomatîk ji aliyê gelak welatan ve bûne ji bo vemirandina agirê şerekî ku şareza dibêjin eger pêkeve wê gelek welatan bişewitîne.

Rûsya û Amerîkayê wek herdu hêzên mezinên cîhanê yên ku nakokî û her wiha berjewendiyên hevbeş li cîhanê hene, dê piştî her pêvajoyeke li Ukraynayê, li gelek welatên din jî derbasî qonaxeke nû ya rûbirûbûnan bibin.

Sûriyê ku leşkerên herdû hêzên cîhanî lê çalak in, nimûneyeke berbiçav ya wan rûbirûbûn yan jî hevrêziyan e.

Pêvajoyên Ukraynayê, çi yên aramî û çareserî û çi jî yên şer û girjiyan, çiqas dikarin li Sûriyê jî werin wergerandin?

Amerîka û Rûsyayê ta çi astê dikarin Ukraynayê ji Sûriyê dûr bixin yan jî bi awayekî rastir Sûriyê ji Ukraynayê dûr bixin?

Çareseriya siyasî ya Sûriyê ku tenê di nav destên van herdu welatan de ye, çendîn girêdayî ye bi tiştên ku dê li Ukraynayê dibin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ridwan Badînî, mamosteyê zanîngehê ku li Rûsyayê dimîne û parêzer Hisên Dawî li Virginia dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 15-2-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:30 0:00

XS
SM
MD
LG