Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serederîya Civaka Navnetewî bi Qeyrana Ukrayna re


Piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsya li dijî Ukraynayê, Amerîka û welatên Rojava cezayên aborî dan ser hejmarek dezgeh û berpirsên Rûsî, û di nav de jî serokê Rûsya Vladimir Putin û wezîrê derve Sergey Lavrov.

Şareza dibêjin ev ceza gavên başin lê nikarin rê li êrîşa Rûsya ya dijî Ukraynayê bigrin.

Ew dibêjin eger ev ceza kertên nift û gaza Rûsyayê venehewînin, wê demê dê çavkaniyên darayî yê Moksow di vî şerî de neyên birrîn.

Rûsya li beramber wan cezayan helwesteke tund daye û Putin sîstema berevaniya navokî xistiye amadebaşiyê.

Ev gava Putin ji aliyê Amerîka û Rojava ve hate redkirin û wek gurkirina girjiyan hate binavkirin.

Serederiya Amerîka û Rojava di vê derbarê de çawa ye û ew dikarin çi gavên bêhtir bavêjin ji bo rêgirtina li şerekî mezintir?

Rûsya û hevalbendên wê çi dibêjin û bingehên argumenta wan çi ne?

Berê vê qeyrana Ukraynayê li ku ye û riyên çareseriyê çi ne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ekrem Onen, Şarezayê Pêwendîyên Navnetewî ku li Swêd dimîne û Behzad Diyab, şîrovekarê siyasî ku li Swîsra dimîne.

Ekrem Onen
Ekrem Onen

Onen dibêje Ukrayna beşekî biçûk e ji planeke mezin ya Rûsyayê ku tê de dixwaze sîstemeke navnetewî ya nû ava bike û Putin di vê derbarê de daxwaza guftûgoyan bi civaka navnetewî re kiriye, lê dema ku bersiv wernegirt wî riya xwe hilbijart.

Behzad Diyab
Behzad Diyab

Diyab ji aliyê xwe ve dibêje divê rê neyê dayîn ku Rûsya tiştên dixwaze bike, ji ber ku eger ew bi serkeve wê de mê wê hin împratoriyên kevin yên din jî hewla berferehkirina welatên xwe bidin. Ew dibêje wek nimûne wê Çîn Taîwanê kontyrol bike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 1-3-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:05 0:00

XS
SM
MD
LG