Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûs û Siberoja Herêmên Kurdî li Sûriyê


Piştî kombûna li gel serokê Amerîka Donald Trump, sînatorê komarî Lindsey Graham ragihand ku wê Trump piştrast bike Daiş li Sûriyê bi temamî têk biçe, Îran ti cihên vala li wir danegre û Kurdên Sûriyê parastî bin.

Parastina Kurdên Sûriyê çiqas mumkine di demekê de ku Tirkiyê gefên êrîşa wan herêman dixwe û hêzên Rêjîma Esed jî li wir hêwirîne?

Gelo tu nîşan hene ku Trump biryara xwe ya vekişîna hêzên Amerîka ji binî ve hilweşîne û wan li Sûriyê bihêle?

Eger hat û leşkerên Amerîkî li Sûriyê man, wê bijarên Hêzên Sûriya Demukrat HSDê çawa bên guhertin?

Pêşbîniya wê yekê dibe ku hêzên rêjîma Esed derbasî wan herêman bin û êdî HSDê li wir bê desthilat bimîne?

Tirkiyê çawa nêzîkî van daxuyanî û pêvajoyên dawî dibe?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Esmehan Dawûd, Endama Niwêneratiya ENK-Sê li Herêma Kurdistana Îraqê, nivîskar û rojnamevan Salihê Kevirbirî û Gêlo Îsa, Endamê Komîta Navendî ya Partîya Demokrata Kurdî Sûrî.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

please wait

No media source currently available

0:00 0:32:51 0:00

XS
SM
MD
LG