Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Plana Koalisyona Navnetewî ya Piştî DAIŞê li Sûriyê


Serkeftina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê li dijî çekdarên Daişê dawî li qonaxeke bi xwîn anî li herêmên ku gurûpa terorîst bo salên dirêj kontrol dikir.

Ev serkeftina leşkerî ji aliyê gelek hêzên navnetewî ve wek gaveke girîng hate dîtin û gelek serkirdeyan di vê derbarê de pesna HSDê da.

Lê li ser asta siyasî hîn ti pênasîn bi rêveberiya xweser û Meclîsa Sûriya Demokrat MSDê nîne.

Civaka navnetewî ya ku HSDê ji xwe re hevalbend dibîne, çima pênasînê bi baskê wan ê siyasî nake?

Plana bê ya Koalisyona navnetewî ya ku Amerîka serkirdayetiya wê dike ji bo Sûriyê bi giştî û ji bo Kurdên Sûriyê çiye?

Piştî Daişê, berê HSDê li ku ye û ji bo qonaxa bê wê çi plan hene?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Îbrahîm Îbrahîm, kordînatorê medyayî yê Meclîsa Sûriya Demokrat ku li Denmarkê dimîne û Birûsk Necar, endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:28:08 0:00

XS
SM
MD
LG