Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destkeftiyên Jina Kurd ya Sûrî û Bendên li Pêş Wê


Civaka navnetewî roja 8ê Adarê wek roja cîhanî ya jinê pîroz dike û îsal Neteweyên Yekgirtî bi durişma “Wekheviya zayendî ya îro ji bo siberojeke berdewam” tevlî vê boneyê dibe.

Di vê rojê de, cîhan destkeftiyên jinê di gelek biwaran de pîroz dike, di nav de jî biwarên civakî, siyasî, aborî û zanyarî.

Jin careke din pirsgirêkên xwe yên ku hîn jî nehatine çareserkirin nîşanî cîhanê dide û banga dayîna roleke hêjayî nirxa wê dike.

Jina Sûrî gi giştî û ya Kurd ya Sûrî bi awayekî taybet di van salên dawî de di gelek ezmûnan re derbas bû û rastî fişarên cûbicûr hat.

Li beramber qezenc û destkeftiyên jina kurd li Sûriyê gelo ew rastî çi cûre pirsgirêkan tê?

Di demekê de ku civaka Kurd di şerê navxweyî de dabeş bû ku beşek li welêt ma û beşê din koçber û derbider bû, rewşa jinê roja îro li hundir û derveyî welêt çawa ye?

Pêwîstiya jina Kurd bi çi heye û kî dikare bêhtir alîkariya wê bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Nejah Hêvo Melek, berpirsa Yekîtîya Jinên Kurd (Rodoz) ku li Almanya dimîne û Esmehan Dawûd, siyasetmedar ku li Hewlêra paytexyta herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Nejah Melek û Esmehan Dawûd
Nejah Melek û Esmehan Dawûd

Esmehan Dawûd dibêje,” Jina Kurd negihiştiye wê asta ku rola xwe bistîne. Wê gelek qezenc kirine, lê li ser asta siyasî, di nava tevgera siyasî de, jinê rola xwe nestandiye.

Melek dibêje,”wek jinên penaber li Ewrupayê, me derfeteke mezin heye ku em bibin beşek ji civaka sivîl û me piştgiriya civakên Ewrupî wergirtiye.” Ew dibêje pêwîste jina kurd li Ewrupayê sûdê ji vê derfetê bigre.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Bernameya Hest û Helwest 8-3-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:30 0:00

XS
SM
MD
LG