Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Tirkiyê û Êrîşên Hêzên Sûriyê li Parêzgeha Idlibê


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu hêzên hikûmeta Sûriyê bi êrîşkirina opozisyona nermerê tawanbar kir û got ew dê hewlên aştiyê têk bibin.

Axaftinên Çawuşoglu tên rojekê piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê 14 gund li parêzgeha Idlibê kontrol kirin.

Êrîşa hêzên hikûmetê li Idlibê bi hezaran kes neçar kirin ku birevin nêzîkî sînorên Tirkiyê.

Wezareta berevaniya Rûsî doh Duşemê got hêzên wan jimarek êrîşên firokên bê firokvan vegerandin ji ser bingehên wan ên Himêmîm û Tertûsê.

Ev pêşketinên dawî dê çawa bandorê bidin ser hewlên lidarxistina kongira Soçî li Rûsya, û Tirkiyê dikare çi bike li beramber van êrîşan?

Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pêşketinên dawî li parêzgeha Idlibê:

Rojnamevan Zara Misto ku li Tirkiyê dimîne û şîrovekarê siyasî Hozan Efrînî ku li Herêma Kurdistna Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Zara Misto û Hozan Efrînî 09_01_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:06 0:00

XS
SM
MD
LG