Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Şenyaşar Ev 53 Roj In ku li Pêş Wezareta Dadê Nobetê Digire


 Senyasar Family
Senyasar Family

Malbata Şenyaşar cara yekê di 9’ê Adara 2021’an li pêşîya Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Dadê kiribû û 846 roj li wê derê nobet girtibû.

Piştî ku kurê Emîne Şenyaşar, Ferîd Şenyaşar, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji Partîya Çep ya Kesk (YSP) wek parlamenter hate hilbijartin, malbata Şenyaşar jî ev nobeta Dadê veguhast Enqerê. Ev bûye 53 roj ku li pêşîya Wezareta Dadê çalakîya xwe dom dike.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an Parlamenterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz li bajarê Rihayê, bajarokê Surucê, ji ber xebatên hilbijartinê serdana bazarê kiribû û li wir pevçûnek çêbûbû. Di encamê de ji malbata Şenyaşar: Celal, Adîl, Mehmet, Fadil û Ferîd Şenyaşar bi giranî birîndar bûbûn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Surucê.

Mirovên Îbrahîm Halîl Yildiz, li nexweşxaneyê êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û di wî şerî de jî hevjînê Emîne Şenyaşar, Hecî Eswet Şenyaşar, kurên wê Celal û Adîl jîyana xwe ji dest dabûn. Ji malbata Yildiz jî birayê wî Mehmet Şah Yildiz miribû û piştî vê bûyerê jî Fadil Şenyaşar hatibû girtin.

Malbata Şenyaşar berî her tiştî dixwazin ku kiryarên vê bûyerê werin darizandin û dad were cîh kirin. Ev nêzîkî du mehan e ku malbata Şenyaşar li pêşîya Wezareta Dadê li Enqerê daxwaza edaletê dike.

Parlamenterê YSP’ê Ferîd Şenyaşar, hewildanên xwe yê lêgerîna dadê û çalakîyên Enqerê bi Dengê Amerîka re parve kir.

“Nobeta Edaletê ya me li Rihayê 846 rojan berdewam kir. Îro jî ev 53 roj e ku em li Enqerê vê nobeta xwe didomînin. Her roj em di Meclîsê de derdikevin bi erebeya kuleka (çerxa bi kursî) nêzîkî 2 kîlometreyan dimeşin pêşîya Wezareta Dadê. Daxwaza me ew e ku bi wezîrê dadê re hevdîtinê çêkin. Di destê me de hin delîlên dîtbar hene em dixwazin pê re rûnin û van delîlan pêşkêşî wî bikin. Lê yên ku berpirsîyar in ji dadê direvin.”

Ferîd Şenyaşar got ku di nav parlamentoyê de jî mafê wan tê astengkirin. Wî da zanîn ku dema ew ber bi Wezareta Dadê ve dimeşîn, erkdarên ewlekarîyê destûrê nadin ku dezgehên ragihandinê dîmenan bikişînin.

Birayê Ferîd Şenyaşar, Fadil, jî ev 5 sal in ku di girtîgehê de ye. Malbat ji Wezareta Dadê him berdana Fadil Şenyaşar dike û him jî dixwaze ku ev doz û lêpirsîn bi awayekî dadane û çalak were kirin.

“Bûyera nexweşxanê li pêşberî kamerayên ewlekarîyê pêk hat. Ev sûcên ku li wir hatin kirin em dixwazin di dadgehake bê alî û serbixwe de werin dîtin. Di destê me de aniha dosyayak heye û me li ser ‘DAD’ nivîsîye, em her roj diçin pêşîya Wezarate Dadê. Armanca me ew e ku wezîrê dadê vê doseyê werbigire. Heke ew bi me bawer nakin, ev hemû raporên resmî yên dewletê hene,” Ferîd Şenyaşar ji Dengê Amerîka re got.

Parêzerê malbata Şenyaşar, Bulent Duran, jî rewşa dawî ya vê dozê ji Dengê Amerîka re dîyar kir. Duran got ku ji ber nepenîya lêpirsînê bi ti awayî ew nikarin xwe bigîhînin dîmenên bûyerê.

Bulent Duran, lawyer of Senyasar Family
Bulent Duran, lawyer of Senyasar Family

“Niha ji me re gotin ku di nav du doznameyan de jî biryara nepenîbûnê heye. Heta niha ti dîmen an jî belgeyek nîşanî me nedane. Em bi van dosyayan jî bi şiklekî agahdar bûn. Gerek yên ku gumanbar in ji wan re belge neyên dîyarkirin, lê wan rê li me girt.”

Di kuştina Mehmet Şah Yildiz de Fadil Şenyaşar sûcdar tê dîtin û jê re 37 sal û 9 meh ceza di zindanê de tê xwestin. Parêzerê malbata Şenyaşar dibêje ku li gor qanûna Tirkîyê, Fadil Şenyaşar parastina rewa kirîye, lê ji ber vê jî hatîye girtin û tê darizandin.

Ev doz di hefta borî de hate dîtin, li gor vî jî dadgehê di derbarê girtina tawanbarên de biryara da ku girtina wan berdewam bike. Di vê dozê de rûniştina dadgehkirinê jî taloqî 6’ê Cotmehê hate kirin.

ED_18_09_2023_Malbata_Senyasar_Dad
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00
XS
SM
MD
LG