Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî di Salvegera 17'an de Qurbanîyên Êrîşên 11'ê Îlonê bi Bîr Tînin


Îro salvegera 17'an ya êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ye ku El Qaydê li dijî Amerîka pêk anîbûn. Li seranser Amerîka programên taybet tên lidarxistin û qurbanîyên wan êrîşan tên bîranîn.

Serokê Amerîka Donald Trump îro li bajarokê Shanksville ya Pennsylvania beşdarî merasîma qurbanîyên firîna United Airlines Flight 93 bû.

Ew firok ji alîyê endamên El Qaydê ve hatibû revandin, lê 40 rêwî û karmendên wê firok careke din xistibûn bin kontrola xwe, berî ku ew li esmana Shanksville gêr be.

Li paytext Washington di 8:40'ê sibê de merasîma bêdengîya li Qesra Sipî bi rê ket, ew dema ku terorîstên El Qaydê firoka yekê li Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New Yorkê xistibû.

Dîsa, li Wezareta Berevanîyê, Pentagonê, ku ew jî bûbû armanca firokeke êrîşvanan, bi beşdarbûna Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Berevanî Jim Mattis beşdar bûn merasîma bîranînê hate kirin.

Li New Yorkê jî li cîhê berê yê Navenda Bazirganî ya Cîhanî ku niha muzaxaneya bîranîna qurbanîyên 11'ê Îlonê ye heman merasîma bêdengîyê hate kirin.

23 deqe piştî êrîşa yekê, firoka duyê Navenda Bazirganî ya Cîhanî dabû û avahîya mezin hilweşîbû û dûkel ji ser wê bilind bûbû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ji hêla 19 endamên El Qaydê ve hatibû darxistin û ew êrîşên herî kujer yên piştî êrîşa Pearl Harbor ya ji aîyê Japonya bûn.

Di wan êrîşan de li istanên New York, Virginia û Pennsylvania nêzî 3.000 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG