Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seraya Sipî Hêrişa Dijî Konsulxana Amerîkî li Pakistanê Mehkum Dike.


Yek ji birîndarên hêrişa Pîşawer, Duşembî 5 Nîsanê 2010.
Yek ji birîndarên hêrişa Pîşawer, Duşembî 5 Nîsanê 2010.

Bi kêmî ve sê kes li hêrişa Pîşawer hatin kuştin û jimareka din birîndar bûn

Amerîka hêrişa çekdarên Îslamî bo ser konsulxana Amerîkî li bajêrê Pîşawer ya Pakistnaî mehkum dike.

Peyvdarê Seraya Sipî Robert Gibbs roja Duşembî got Amerîka aloz û perîşan e biramberî hêrişa Pîşawer, ku bû sedema kuştina sê kesan û birîndar bûna jimareka din.

Çekdarên Talîbanên Pakistanê berpirsiyariya xwe biramberî wê hêrişê ragehand.

Karbidestên parastinê dibêjin, çekdaran otombîleka bombekirî li dervey konsulxanê peqand û narincûk û çekên din bikar anîn da biçin nav avahiya konsulxanê.

Balyozxana Amerîkî li Îslamabadê ragehand ku du efserên parastina Pakistanî di hêrişê de hatin kuştin.

Her roja Duşembî li devera Dîr ya Jêrî hêrişberekê gumanlêkirî xwe li nav kombûneka siyasî peqand û bi kêmî ve 41 kes hatin kuştin.



XS
SM
MD
LG