Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hemwelatîyên Xwe bo Serdana Amerîka Hişyar Dike


Wezareta Derve ya Tirkîyê, piştî ku Amerîka bo hemwelatîyên xwe yên dê biçin Tirkîyê hişyariya ‘’jinûve bifikirin’’ kir, bo hemwelatîyên Tirk yên dê biçin Amerîka hişyariyek weşand.

Wezareta Derve ya Tirkîyê di hişyariya rêwitîyê de da zanîn ku li Amerîka di demên de dawî de êrîşên terorî zêde bûne û bang li hemwelatîyên xwe kir ku ser rêwitiya ber bi Amerîka jinûve bifikirin û li Amerîka jî bi tedbir bigerin.

Wezaretê êrîşên li kampusa Zanîngeha Ohio, Firîngeha Fort Lauderdale-Hollywood, Mizgefta Dar El-Faruooq ya Minnesota bi bîr xist û da zanîn ku ew mînakên terorên yan çalakîyên tundrêyên rastgir û nijadperest in.

Wezareta Derve ya Tirkîyê herwiha dîyar kir ku hin hemwlatîyên Tirk, ser gotinên jêderên nepiştrastkirî tên girtin û bi buxtanan re rû bi rû dimînin.

Washingtonê, di lîsteya rêwitîya ewle de, Tirkîye xistibû kategorîya 3’yan ku di wê lîsteyê de Sûdan û Venezuela jî hene.

XS
SM
MD
LG