Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebce Salvegera 34an Ya Kîmyabarana Bajarê Serdeşt


Bîranaîna kîmyabarana Serdeşt li bajarê Helebce
Bîranaîna kîmyabarana Serdeşt li bajarê Helebce

Roja Duşemê li avahiyê Monomenta Cangoriyên Helebce, salvegera 34an ya kîmyabarana bajarê Serdeşt li astana Kurdistana Îranê hat bîranîn.

Tora rêxistinên Helebcê û Komela Qurbaniyên Helebce û saziyên hikûmetê bi çalakiyan rêz li vê bîranînê û qurbaniyên wê girt, dema ku berî 34 salan firokên cengê yên rejma jinavbirî ya Îraqê bi serokatiya Sedam Husên êrîşî sivîlên bê tawan kirî bi çekên kîmyayî.

Li vê bîranînê beşdarên çalakiyê û rêxistinên civaka sivîl bang li hêzên navnetewî û civaka navnetewî kir ku êdî rê bi firotin û karanîna çekê kîmyayî neyê dan.

Erselan Abid serokê tora rêxistinên Helebce di axiftinekê de ragihand ku êş û azarên hevbeş bîranînên hevbeş dirust dike û got ku bîranînên weke kîmyabarana Helebce û bajarê Serdeşt qet nayên jibîr kirin û ew tawanên derheqî bajarê Serdeşt hatine kirin li dij hemî yasa û mafên mirovan e.

Kameran Mistefa rêveberê giştî yê karûbarên şehîdan û enfalkiriyan li Helebce radigehîne "Serdeşt destpêka helwesta hikûmeta Îraqê ya wî serdemî bû, li hember xelkê sivîl û paşan dola jafayetî bidû de hat û paşî Helebce rû da, bêdengiya civaka navnetewî hebû, heta astê tawanê bilind bûbû, li Serdeşt mirovên sivîl û alîgirên şorişê bûne aramnac."

Luqman Ebulqadir, serokê komela qurabniyên Helebce, got "Şerê Îraq û Îranê di maweyê 8 salan de hikûmeta Baas wêrekî bikar anî û ti cûrên çekan neman ku bikar neanî bin, divê civaka navnetwî êdî rê nede piştî Helebcê ev çek li dij xelkê medenî bihê bikaranîn."

Roja 28-6-1987ê firokên cengê yên hikûmeta Îraqê çekê kîmyayî li dij sivîlên bajarê Serdeşt bikar anî ku di wan êrîşan de 101 sivîl hatin kuştin û nêzî 8000 kesan birîndar bûn.

Salane Serdeşt Û Helebce li bîranîna kîmyabaran her du bajaran, serdana hevdu dikin derd û êşîn hevûdin parve dikin, lê îsal jiber pandemiya vîrusa korona, nikarbûn serdana hevdu bikin, her aliyekî li ciyê xwe kîmyabaran bajarê xwe li bîr anî.

Kîmyabarana Serdeşt, Raporta Helebce
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG