Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmaîl Arslan Behsa Rewşa Aloz ya Serêkanîyê Dike


Bajarê Serêkanîyê
Bajarê Serêkanîyê
Tevî ku hilbijartinln herêmî li Tirkyê dawî hatin, encamên wê hilbijartinê li gelek cîhan bû sedema nerazîbûnê.

Li navçeyên Ruhayê, li Wêranşar û Bozovaîyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) biser ket, lê partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li dijî encamê derket û deng jinûve tên jimartin.

Lê, îtîraza BDP’ê li Serêkanîyê (Ceylanpinar) û Birecîk’ê ji alîyê komîsyona hilbijartinê ve hat red kirin.

Du roj in li Serêkanîyê bi hezaran kes li kolanan encama hilbijartinan protesto dikin û bawer dikin ku sextekarî hatine kirin.

Şaredarê Ceylanpinarê İsmail Arslan, ku ji BDPê yê, ji Dengê Amerîka re behsa rewşa heyî dike.
Birêz Arslan dibêje, li gor encamên fermî 755 dengên berbijarê AKP’ê Menderes Atilla ji yê wan zêdetir e.

“Lê, hem çavdêrên (muşahid) BDP di hilbijartinê de rastî êrîşan hatin, hem jî li gundan hîle ketiye nav dengdanê û dengên BDP’ê hatine hinda kirin. Loma jî gelek dengên me hatine şewitandin.”

Birêz Arslan dibêje berbijarê AKP’ê Atilla piştgirî dida endamên çeteyên tundrê yên li ku li Surîye û li Rojavayê Kurdistanê şer dikin.

“Wêneyên Menderes Atilla bi endamên çeteyan re hene. Jiber vê sedemê, gelê Ceylanpinarê wî naxwaze.”

Arslan hişyarî da û got eger bi vî halî dewam bike, rewşa Ceylanpinar wê hîn xirabtir bibe.
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG