Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Dîyarbekirê Ser Sala Xwe Pîroz Dikin


Kurd bi hezaran salan e 13'ê Kanûna mîladî wek roja destpêka Serê Salê pêşwazî dikin.

Di nav kevneşopîya Kurdan de pîrozbahîyên Serê Salê de cilên jinan lê merek dikin û ew dikin weke jinan. Jinek jî cilê meran lê dikin û ew jî dikeve dirûvê mêran.

Her du ligel Kalikê Sersalê ligel def û zirneyê derî ber derî digerin, diçine ber derê kîjan malê dûrikan dibêjin, dileyîzin û direqisin û dibêjin:

Serê Salê Binê Salê, Tiştekî Berdin Binê Çalê, Xwedê Kurikekî Bide Bûka Malê… çi ji dilê Xwedîyê malê bê; şekir, savar, kakil, mêwîj têdikine tûrê Kalikê Sersalê.

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Feratê, Komela Welatîyên Azad ya Lalebegê şeva sersalê Kurdan li nav taxên Sûrê bernameyek pîrozbahîyê amade kirin.

Kalikê Serê Salê û zarok, ligel strandina dûrika “Serê Salê Binê Salê, Xwedê aştî û azadîyê bide her malê” li derîyê malan xistin, xwedîyên malê jî bi dîyarîyan ew pêşwazî kirin.

Serokê Daîreya Çand û Turîzmê, Muharrem Cebe ji Dengê Amerîka re got, di nav Kurdan de pîrozbahîyên serê salê girîng e. “

Jibo ku ev kevneşopî neyê jibîrkirin bi hevkarîya komele û sazîyan ev bernameya rengîn lidarxistin.”

Pîrozbahîyen Sersalê li Hola Şano ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê dewam kir.

Şaredarîyê, jin û zarokên taxê bi otobusan anîn şanoyê û li wir ligel şano, govend û stranên hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê sala nû pîroz kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:52 0:00

XS
SM
MD
LG