Îro Pêncşemê salvegera Serhildana Ranya ye ku rûniştvanên wî bajarî di sala 1991'an de dijî desthilata Saddam Huseyîn rabûbûn ser pêyan.
Ev roj dîrokî ji alîyê Kurdan ve rokeje girîng tê dîtin û bi bernameyên taybet tê bîranîn.
Li bajarê Duhokê jî salvegera 29'an ya Serhildana Ranya tê pîroz kirin û çend hemwelatî hêst û nêrînên xwe bi guhdarên me re parve dikin.
Zekî Qeblan dibêje ku hikûmeta Kurdan bi taybetî di warê peywendî û nasandina gelê Kurd bi çîhana derve de destketîyeke giring e.
Mamostayê Zanîngeha Duhokê Ehmed Yasîn jî dibêje ku li cem wî rewşa ewlehî giring e û li Herêma Kurdistanê ev beware pir baş e.
“Lê di warê xizmeta welatîyan de hin kêmahî hene û divê ew werin baştir kirin.”