Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Lîbyayî Paşve Dikşînin

Dîmeneke televîzyona dewletî ya Lîbyayê şabûna hêzên Qaddafî nîşan dide piştî destxistina bajarê Ras Lanuf. Adar 11, 2011
Dîmeneke televîzyona dewletî ya Lîbyayê şabûna hêzên Qaddafî nîşan dide piştî destxistina bajarê Ras Lanuf. Adar 11, 2011

Serhildayên dijî Qezafî piştî şikestinên giran li seranser Lîbyayê îro Înîyê paşve dikşînin .

Serhildayan ji bajarê Ras Lanuf yê dewlemendê petrolê vekêşîya û tenê hêzeke biçûk li wê derê maye.

Serhilda dibêjin, hêzên dilsozî Qezafî êrîşên erdî, esmanî û deryayî pêk anîne ku bajêr bigirin bin kontrola xwe.

Rêbertîya serhildayan roja Pêncşemê ragihandibû, kontrola bajarokê Zawîya yê nêzîkî paytaxt Trablus ji destê wan derketîye û ketiye bin kontrola hêzên Qezafî.

Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) gotîbû, Lîbya ketiye nav şerê navxweyî. Neteweyên Yekbûyî dibêje, di şer û pevçûnan de bêtirî 1000 kes hatine kuştin û zêdeyî 250.000 kesên din jî ji welêt revîyane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG