Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Ciwanekî Kurd yê Girtî bi Awayekî Gumanbar Miriye


Serkan Tumay ku ciwanekî Kurd yê Bedlîsî ye, şeva Şemîyê li zîndana Kirikkale jîyana xwe hinda kir.

Rêvebirîya zindanê roja Yekşem’ê telefonî malbata Tumay kiriye û gotiye werin cenazeyê xwe bigirin.

Malbat piştî girtina meytê kurê xwe dîyar kir ku ser laşê Serkan şopên êşkenceyê hebûn û gardîyanan ew kuştiye.

Birayê Serkan, Hakan Tumay got ku birayê wî jiber suceke edlî 7 sal bûn li zindanê girtî bû. “Me ji sala 2015’an vir ve jiber êşkenceyê gelek caran serlêdana dozgerî û Wezareta Dad’ê ya Tirkîye kir. Berê jî birayê min digot ti ewlehîya wî tüneye, lê hem dozgerîyê hem ji Wezareta Dadê lêpirsîn venekiribû.”

Tumay bi berdewamî got ku ku piştî êşkencekirina birayê wî hevalekî wî yê li zindanê ew agahdar kirine.

Birayê min û hevalê wî Hakan Ecevît li qawîşekê diman. Hevalê wî herî dawî bi rêya telefonê ji malbata xwe dibêje ku gardîyan li wan dixin. Jiber lêdanê, milê Serkan şikandin û laşê wî reşûşîn kirin.Piştî vê yekê jî dîya Ecevît jî em agahdar kirin.“

Gokhan Tumay da zanîn ku piştî mirina Serkan li ser hemî laşê wî şopên êşkencekirinê hebûn.

“Piştî min dît ku birayê min bi êşkenceyê hatiye kuştin, min serlêdana dozgerîyê kir. Dozgerîyê got ku niha Serdozgerîya Kirikkale pê re eleqedar e. Niha jî serdozgerîyê lêpirsîna kuştinê destpê kiriye.”

Li alîyekî din ve, parlamantera Partîya Gel a Komarî (CHP) Gulîzar Bîçer Karaca bûyer anî rojeva meclîsa Tirkîye.

Karaca ji Wezareta Dadê pirsî ku derbarê îdayên ser kuştina Serkan Tumay ji alîyê gardîyan û revebiran ve lêpirsîn hatiye destpê kirin yan na?

Wê herwiha pirsî ku rapora Sazîya Tiba Edlî ya ser kuştina Tumay wê bi bîragiştî re were parvekirin yan ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG