Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Îranê jibo Êrîşa Amerîka Peyamên Şermezarkirînê, Brîtanya û Tirkîyê jî yên Piştgirî Weşandin


Êrîş li Humsê pêk hatin
Êrîş li Humsê pêk hatin

Piştî êrîşên Amerîka yên ser firîngeheke Sûrîyê ya li Humsê, Rûsya û Îranê peyamên şermezarkirinê, Brîtanya û Tirkîyê jî yên piştgirîyê weşandin.

Kremlînê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje ku bi êrîşa Amerîka hiqûqa navneteweyî hatîye binpê kirin û peywendîyên Rûsya û Amerîka, bi awayekî tund zerar dîtiye.

Wezîrê Karên Derve yên Îranê Behram Qasimî da zanîn ku Îran bi tundî êrîşa Amerîka şermezar dike û got ku êrîşên bi vî rengî rewşa Sûrîyê tevlîhevtir dike.

Brîtanya peyama piştgirîyê da. Berdevkekî hikûmetê dîyar kir ku Brîtanya bi temamî piştgirîya êrîşa Amerîka dike ku ew wê wek bersîvdaneke bo êrîşa kîmyayî ya li Xan Şêxûn ya Îdlibê dibînin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî got ku ew êrîşa Amerîka erênî dibînin ku ew dixwazin rejîma Esad di qada navneteweyî de were ceza kirin.

XS
SM
MD
LG