Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Daxwaza Têkbirina Tundrewî Dike


Serok Barack Obama daxwaz ji rêberên cîhanê kir li dijî tundûtûjî û tundrewî xebatê bikin û dibêje ku cîhan bitenê bi azadî û bênfirehî pêş diçe.

Serok Obama roja Sêşemê gotarek pêşkeşî 67-emîn civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê kir.

Beşekê mezin yê gotara serokî taybet bû bi xwepêşandanên bi tundûtîj li welatên Musilmanan, piştî belavbûna fîlmekê ku bêrêzî bi Pêxember Mihemedî dike.

Serok Obama got, ew flîm karekê kirêt û bêmana bû, lê belê ev yek rewayî nade kuştina xelkê bêguneh, di nav de balyozê Amerîkayê li Lîbyayê Chris Stevens.

Di gotara xwe de Serok herwiha rexneyên tund li rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê û Îranê girt.
XS
SM
MD
LG