Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Daxazê li Ermenistan û Tirkîye Dike Têkeliyên Du Alî Pêş Bibin


Serokê Amerîkî Barack Obama dawa li Tirkîye û Ermenistanê dike kar bikin ji bo baş kirina têkeliyên nêvbera herdu welatan.

Serok Obama li perawîza kombûna sereke ya parastina navokî li Washington DC ligel serokê Ermensitanê Sêrj Sarkîsyan kom bû daxaz li birêz Sarkîsyan kir soza xwe biceh bîne ji bo baş kirina têkeliyên Ermenistan û Tirkîye, ku li berjewendiya gelê Ermenî ye.

Serokê Ermenistanê li Washington her wiha ligel serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan kom bû ji bo nû vekirina piroseya aştbûnê nêvbera herdu welatan.

Hikûmetên Tirkîye û Ermenistanê li sala bûrî jimareka rêkeftinan mor kirin ji bo pêş birina têkeliyên du-alî û vekirina sinorên nêvbera herdu welatan.



XS
SM
MD
LG