Serokê Amerîka Barack Obama dibêjit Amerîka dê berdewam bit liser givaşxistina ser Îranê liber programa wê ya navokî.
Serokî dinav çavpêkeftinekê de ku roja Eynî belav bû dazanîn Amerîka dê givaşê xort biket û dê bibînit ka Îran dê bi çi awayî bersî bidet.
Amerîka li gel hevalbendên xwe û endamên Civata Tenahiya Netewyên Yêkgirtî di raguhorînê de bûye, dinav de Çîn û Rusiya, liser hindê ku sizayên nû biser Îranê de birêve biçin liber pirograma wê ya kêşe liser ya navokî.
Rêveberiya Obama vê heftiyê ragehand ku Çîn dê pişikdarek temam bit dinav danûstandinên li Civata Tenahiyê birêve diçin.
Nûnerê pile bilindê navokiyê Îranê ku jibo danûstandinên ast bilind li Beijing ê ye, roja Eynî got Çîn li gel Tehranê hevbîre ku siza nikarin alikariyê bikin, ku binbesta navokî çareser bibit.