Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Rejîma Sûrî Hişyar Kir


Serok Barack Obama rejîma Beşar El Esed li Sûrîye hişyar kir li dijî bikaranîna çekên kîmyawî.

Serok Obama got ku Esed wê bê berpirsiyarkirin eger çekên kîmyawî bikar bîne.

Hikûmeta Sûrîyê roja Duşemê ragihand ku hêzên rejîmê wê çekên kîmyawî li dijî êrîşên hêzên bîyanî bikarbînin, lê belê tu caran bi çekên kîmyawî êrîşa gelê xwe nakin.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon jî rejîma Sûrî rexne kir. Wî hêvî xwest ku çavdêrên navneteweyî wê bikaribin piştrast bikin ku çekên kîmyawî nayên bikaranîn.
XS
SM
MD
LG