Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê bi Seredan Tê Amerîka


Serokwezîrê Îraqê bi Seredan Tê Amerîka
Serokwezîrê Îraqê bi Seredan Tê Amerîka

Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malîkî bi seredan tê Amerîka.

Seraya Spî roja Înê got ku rêberê Îraqê li meha bêt dê serêdana Serokê Amerîka Barack Obama li Washington bike da li ser hevkarîya navbera her du welatan danûstandinan bikin.

Serêdana li meha 12 dê bê kirin, çend hefteyan berî hêzên dawî yên Amerîka piştî pitir ji şerê 8 salan ji Îraqê tên vekêşan.

Serok Obama li meha borî ragihand ku piranîya hêzên Amerîkî heta dawîya salê dê vegerêne welat û got ku têkîlîyên Amerîka ligel Îraqê dê qonaxeke nû destpê bike.

Hejayî gotinê ye ku 39.000 leşkerên Amerîkî li Îraqê ne, ji nêzîkî 165.000 leşkerên ku li sala 2008 li wî welatî bûn. Nêzîkî 150 leşkerên Amerîkî dê li Îraqê mînin, ku hindek li wan dê beşek bin ji hêza parastina balyozxana Amerîkî li Îraqê.

Amerîka her wiha got, ewê ligel hikûmeta Îraqê danûstandinan bike li ser îhtîmala alîkarî kirinê di fêrkirina hêzên Îraqî de.

Şerê Îraqê, ku li meha sê Adara sala 2003'an destpê kir, yêk bu ji dirêjtirîn kêşeyên leşkerî di dîroka Amerîka de, ku tê de pitir ji 4.400 leşkerên Amerîkî canên xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG