Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê FBI'yê Karvekişîna Xwe Da


Cîgirê Serokê Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) Andrew McCabe karvekişîna xwe da.

Serokê Amerîka Donald Trump, Andrew bi alîgiriya siyasî tawanbar dikir û tê îdia kirin ku wî di hilbijartina 2016’an de piştgirîya Hillary Clinton ya Demokrat kiriye.

Li ber bû ku McCabe di meha Adarê de teqawit bibe. Li gor jêderên ku naxwazin ku navên wan eşkere bibe, McCabe heta roja teqawitbûnê dê wek ku li betlaneyê be were hesibandin.

Endamên Komarî yên Kongresê û Serok Trump ew demek e McCabe bi tundî rexne dikirin.

Xanima McCabe bo senatoya eyaletê ya Virginia bûbû berendam û ji Walîê Virginia Terry McAuliffe, ku alîgirê Clinton e, alîkarîya madî sitandibû.

Serok Trump ji ser Twitterê gotibû ku ‘’Yekî ku ji Clinton alîkarî distîne dê çawa vekolîna Clinton bimeşîne?’’

FBI, îdiayên ser e-nameyên Clinton yên dema ew wezîra karên derve bû vedikola û di encama vekolînê de dîyar kiribû ku divê Clinton neyê darizandin.

XS
SM
MD
LG