Serokên berê yên Amerîka, Barack Obama, George W. Bush û Bill Clinton dîyar kirin ku bo guman bi gel re nemîne ew dikarin li pêş kamerayan perpûnên vîrusa korona li xwe xin.
Obama ji radyoya Sirius XM re got ku ew dikare li pêş kamerayan perpûna vîrusa korona li xwe xe yan ew perpûnê li xwe dixe bihêle ku qeyda vîdeoyî were girtin.
Wî da zanîn ku çi dema ku Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci bibêje perpûn ewle ye ewê wê bikar bîne.
George W. Bush jî bi rêka sekreterê xwe yê giştî Freddy Ford da zanîn ku ger Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) perpûna vîrusa korona bipejirîne nêta wî heye ku ew jî perpûnê li xwe xe.
Bill Clinton jî bi rêka e-name dîyar kir ku piştî pejirandina karbidestên saxlemîyê yên bîragiştî çi dema ku derfet çêbe ewê perpûna vîrusa korona li xwe xe û da zanîn ku ger bo civaka Amerîkî kêr were ewê perpûnê li pêş bîragiştî bikar bîne.
FDA dê di 10’ê Berfanbarê de serlêdana bo perpûna vîrusa korona ya Pfizerê û di 17’ê Berfanbarê de jî ya Moderna binirxîne.
Her du kompanîyan jî ragihandibûn ku perpûnên vîrusa korona yên wan çêkirine di ceribandinên klînîk de 95 ji sedê bi ser ketine.
Li gor anketa Gallupê ya meha borî 58 ji sedê Amerîkîyan dibêjin ku ewê perpûna vîrusa korona li xwe xin ku ew rêje di meha Îlonê de 50 ji sedê bû.
Qesira Sipî ser daxuyanîyên serokên berê yên derbarê perpûna vîrusa korona ti şirove nekir.
Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di demên borî de gotibû ku gava perpûna vîrusa korona hazir be ewê bi serbilindî wê bikar bîne.
Keça Serok Donald Trump ya mezin, Ivanka Trump, ku şêwirmenda Qesira Sipî ye jî, di meha Îlonê de gotibû ku ewê perpûna vîrusa korona li xwe xe û wê roja Pêncşemê ji Twitterê pesna helwesta serokên berê da û got ew jî wek wan difikire.