Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokartêşê Berê yê Tirkîyê Hate Desteser Kirin


Generalê karkenar Îlker Başbug ji peyamhinêran re diaxife

Serokê berê yê artêşa Tirkîyê îro Înê hate desteser kirin, jiber plana derbeya gêrkirina hikûmeta Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

Awûqatê General Îlker Başbug, desteserkirina wî piştast kir û got, ew bi rêvebirina rêxistineke terorîst tê tawanbar kirin.

Dozgerekî Tirk Başbug derengîya Pêncşemê xistibû binçavan, wekî bergumanê kempeyneke înternetî ku dixwest hikûmeta birêz Erdogan ya Îslamî qels bike.

Karbidestên Tirk pirtir ji 300 kesan girêdayî vêkolîna doza Ergenekonê desteser kiribûn ku di nav wan kesan de rojnamevan, akademîsyen û sîysetvan jî hene.

XS
SM
MD
LG