Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê li Kombûneka Parastina Navokî li Washington Amade Dibe


Wezareta Derve ya Çînê ranegehand ka Çîn amadeye piştevaniya sizayên nû dijî Îranê bike yan ne

Serokê Çînî Hu Jintao pişikdariya li kombûneka sereke ya parastina navokî dike ku vê mehê li Washington dihêt kirin, di demekê de ku Çînê amade bûna xwe ragehand ku danûstandinên xwe ligel mezin hêzên Cîhanê berdewam ke li ser prisa navokî ya Îranê.

Peyvdarê wezareta derve ya Çînê Çin Gang roja Pêncşembî got ku serok Hu li kombûna serekî ya navokî li Washington amade dibe.

Gang got Çîn aloz û perîşane biramberî gefa terora navokî û piştevaniya bizavên nêvneteweyî dike ji bo bersing girtina wê gefê.

Peyvdarê wezareta derve negot ka Çîn amadeye piştevaniya sizayên nû dijî Îranê bike yan ne. Jimareka welatên cîhanê bawer dikin Îran bizavê dike ku çekên navokî bidest bîne.

XS
SM
MD
LG