Li gur daxuyaniya ragihandina parlamena Îraqê divê, heftiya dahatî postê serokkomarîya Îraqê yekalî bibe, herî dawî roja Sêşemê 2î Oktoberê pêwîste parlamen di rûniştina xwe de dengdanê li ser serokomarek nû pêk bîne û kesek bihê hilbijartin.
Hefteya burî Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê bi şêweke fermî ragihand ku berbijarê wan yê serokomarîyê Dr. Berhem Salih e.
Herwiha Partî Demokartî Kurdistan PDK'ê jî Dr. Fûad Husên weke berbijarê xwe destnîşan kir, ji dervey kandîdên fermî yên YNK û PDK, kandîdên din jî hene, ji wana Jinek bi navê Sirwe Ebdurahman ku niha endama Parlamaena Îraqê ye û di nava Tevgera Goran de bû.
Kurd û Serokomarîya Îraqê mijara vê carê ya bernama "Hello Washington" e, mêhvanên bernamê birêz Pale Bawanî, endamê xula yekê ya parlamena Îraqê ji lîsta PDK'ê û birêz Sîpan Salim endamê Encûmena Bala ya "Newey Nwê" tevlî bernamê bûn.
Pale Bawanî di wê bawerê de bû ku dibe Dr.Berhem Salih bextê wê yê ji bo hilbijartina weke Serokomarê Îraqê zêdetir be ji yê Dr. Fûad Husên kandîdê PDK, lê F.Husên ji aliyê "serok Barzanî" hatîye destnîşan kirin dibe ku biserkeve.
Sîpan salim jî got, herdu partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê tenê berjewendiya wan binemalên wan giringe, egr çawan dibe yên şer û daxwaza serxwebûn û cûdabûna ji Îraqê dikirin û niha heman şerî ji bo serokomarîya wî welatî dikin.