Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Berê yê Fransa bi Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Da


Serokomarê berê yê Fransa Valery Giscard d’Estaing
Serokomarê berê yê Fransa Valery Giscard d’Estaing

Serokomarê berê yê Fransa Valery Giscard d’Estaing jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest da.

Valery Giscard d’Estaing yê 94 salî meha borî jiber nexweşîya dil ketibû nexweşxaneyê.

Malbata d’Estaing dîyar kir ku ew li mala xwe ya li herêma Loir-et-Cher bi vîrusa korona miriye.

d’Estaing, ku wek yek ji berevanên Ewrupa dihat nas kirin, di sala 1956’an de bi parlamanterîyê dest bi sîyasetê kiribû û piştre bûbû wezîrê aborî û fînansê.

Ew dûre di 48 salîya xwe de di hilbijartinên serokomarîyê de bi ser ketibû û ji 1974’an heta 1981’an serokomarîya Fransa kiribû.

XS
SM
MD
LG