Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Bahreynê Jîyana Xwe ji Dest Da


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Serokwezîrê Bahreynê Şêx Xelîfe bîn Salman el Xelîfe jîyana xwe ji dest daye.

Medya dewletê ya Bahreynê da zanîn ku Şêx Xelîfe yê 84 salî li Nexweşxaneya Mayo Clinic ya Amerîka miriye.

Li gor medya dewletê, karbidestên Bahreynê dê termê Şêx Xelîfe vegerînin welêt û beşdarîya bo merasîma cenazeyê dê sînordarkirî be.

Bahreynê jiber mirina Şêx Xelîfe bo hefteyekê şîna neteweyî ragihand.

XS
SM
MD
LG